Mixabin hijmara qurbaniyan 23 hezar derbas kir

li hin deveran xelk bi îmkan û derfetên xwe hewl bo rizgar kirina qurbaniyan dide.
کوردستان TV
100%

Hewldanên rizgar kirinê jî berdewamin.

Ev 6 roj bi ser erdhejên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Tirkiye û Sûriyeyê) re derbas dibe, rixmî nebûna îmkan û karînan lê hîn jî hewldanên rizgar kirin û hawar hatinê berdewamin.

Mixabin amarên qurbaniyan zêde bûne û li gor daxuyaniya dawî ya rayedarên Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 20 hezar û 318 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 80 hezar kes jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî heta niha 3 hezar û 637 kes canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 216 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.