Hikûmeta herêma Kurdistanê hevkariya zirardîtiyên li Sûriye û Tirkiyeyê dike

vê li Kurdistanê kempîna kom kirina hevkariyan were organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran biryar daye hevkariyên gelek zêde kom bike.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di destpêa civînê de, me bi navê civata wezîran, sersaxî û hevxemiya herêma Kurdistanê bo kesûkar û malbetên qurbaniyên erdheja her du welatên Tirkiye û Sûriyeyê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê li gor karînên heyî, tevahiya hevkarî û alîkariyên pêwîst pêşkêşî zirardîtiyên ev karesata han dike û bo vê yekê jî di nava çend rojên derbasbûyî de yekem karwana hevar hatinê û hevkariyên herêmê gehêştine Tirkiyeyê û ev prosesa han berdewam dibe û herwiha rêkarên pêwîst jî hatine cîhbicîh kirin bo gehandina hevkariyan bo herêmên zirardîtî yên li Sûriyeyê.

Di vê derbarê de civata wezîran biryar da ku, kempînek berfire bo gehandina hevkarî û kom kirina hevkariyan bo zirardîtiyên karesatê ragehîne û Parêzgar û Berpirsên îdareyên serbixwe hatine pîwerdarkirin bo vê mebestê rêkarên pêwîst bixin meriyetê.

Pişt re di mijara yekem ya civînê de, raportek derbarê rêkarên xweparêziyê ji karesatên xwezayî û erdhejan û amadekariyên nûşdarî bo rûbirû bûn di dema çê bûna karesatyên xwezayî de û kêm kirina zirarên erdhejan ji aliyê wezîrên navxwe birêz Rêber Ehmed û wezîrê tendirostî birêz Saman Berzencî ve hate pêşkêşkirin.

Di rojeva duyem ya civînê de yaku taybet bû bi, bernivîsa dayîna baweriyê bi dezgeh û programên perwerdehiyê û xwendina bilind ya li herêma Kurdistanê de, yaku ji aliyê wezîra herêmê bo karûbarên herêmê birêz Vala Ferîd ve hate pêşkêşkirin û civata wezîran jî bi piraniya dengan ev bernivîsa han pejrand.

Civata wezîran herwiha giftûgo derbarê çareser kirina kêşe û arîşeyên taybet bi xizmetgozariyên giştî li çend navçeyên herêma Kurdistanê ( bi taybetî kêşeya av û elektirîkê li Derbendîxanê) kir û di vê derbarê de jî aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê hatin pîwerdarkirin daku, kar bo baştir kirina xizmetgozariyan û nehêştina kêşe û arîşeyan bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.