Îran li Dalahu balefirxaneyeke nû ava kiriye

ev balefirxaneya nihênî duhê hatiye vekirin.
کوردستان TV
100%

Çiyayê Dalahu li herêma Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Duhê ajansa fermî ya Îranî ÎRNA nûçeyek belav kir û têde qala vê yekê kir ku, artêşa Îranê balefirxaneyeke nû ya di bin erdê de ava kiriye.

Li gor çapemeniya fermî ya rejîmê ev balefirxaneya nihênî yaku, di bin erdê deye, dikare dron, balefirên cengî û amûrên din yên berevaniya asmanî û cengî di nava xwe de bihevîne.

Her çend çapemeniya Îranê behsa cîhê vê navenda han nekiriye lê li gor daxuyaniyên psporan û taybetmendiyên çiyayê ku, Îran behs jê kiriye, ev çiya dikeve herêma Hewramanê û navê çiyayê jî çiyayê Dalahu ye ku, li nêzî çiyayê Şaho ye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.