Civata wezîran dicive û behsa erdheja li Bakûrê tê kirin

nîqaş li ser sê mijaran tê kirin.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Îro çarşem civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û di civînê de nîqaş li ser çend mijaran tê kirin.

Di yekem mijarê de nîqaş li ser erdheja li Bakûr û Rojavayê tê kirin û herwiha giftûgo derbarê tedbîrên li herêma Kurdistanê bo xweparêziya welatiyan ji erdhejê û herwiha hevkariyên herêma Kurdistanê bo Bakûr û Rojavayê têkirin.

Di rojeva duyem ya civînê de jî nîqaş li ser proje qanûna federalî ya taybet ya rûbirû bûna darayî û fînansmana terorê li herêma Kurdistanê û bernivîsa dayîna baweriyê bi dezgeh û programên perwerdehî li herêma Kurdistanê tê kirin.

Rojeva sêyem ya civînê jî taybet dibe bi bernivîsa proje qanûna dadgeha federalî ya Îraqê.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.