Serokwezîrê Kurdistanê telefûna wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir

Tirkiye spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%


Sersaxî da kesûkarên qurbaniyên erdhejê.

Îro danê êwarê Serkwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî telefûna wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir û derbarê naveroka peywendiya han ya telefûnî de Serokwezîr wisa nivîsandiye:

Îro di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê birêz Mewlûd Çawişoglû de, me sersaxî û hevxemiya xwe û herêma Kurdistanê bo kesûkarên qurbaniyên erdhejê, bi wezîrê derve yê Tirkiyeyê gehand û hêviya başûna bilez jî bo birîndarên vê karesata han xwest.

Herwiha me amadebûna herêma Kurdistanê jî bo her kareke hawar hatinê û rizgar kirina zirardîtiyan diyar kir.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî spasiya me kir bo hevxemî û hevkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.