Serokwezîr pîrozbayî li Emîndarê YIK dike

Serokwezîr hêviya serkeftinê bo YIK dixwaze.
کوردستان TV
100%

Îro 29 saliya damezrandina YIK ye.

Îro sêşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefûnê peywendî bi Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ve kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiya han ya telefûnî de jiber 29 saliya damezrandina YIK pîrozbayî li nav hatî kir û hêviya serkeftinê bo wan bo berevanî kirin ji mafên destûrî û destkeftên nîştimanî yên xelkê Kurdistanê xwest.

Li hember de jî Emîndarê giştî yê YIK Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.