Dibêje eger pêwîst bike emê helwestên cuda jî rêber bikin.
Endamê komîteya siyasî ya Komele di hevpeyvîneke xwe de di bersifa pirsekê de ku, dibêje Îran zext li herêma Kurdistan û Bexdayê kiriye daku, hun ji sînorên Îranê derxin, çekên we bistînin û hun di nava kempan de bicîh bikin, gotiye: Raste zextên wisa yên Îranê hene, em weke komele bo kêm kirina wan zextan li ser Hewlêr û Bexdayê gavên pêwîst avêtine lê Îranê berdewame li ser zextên xwe.
Endamê komîteya siyasî ya komele Ebdulah Azerbar herwiha diyar kiriye ku, Komele vê yekê qebûl nake ku, çek deyne û di nava kempan de werin bicîhkirin, lê hem wext bo kêm kirina zextên Îranê yên li ser Bexda û Hewlêrê jî gavên pêwîst avêtine lê Îran dixwaze çarenivîsa mucahêdên xeliq bike çarenivîsa me û em vê yekê qebûl nakin û eger pêwîst bike emê helwestên din rêber bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin