Serokwezîrê Kurdistanê fermanek daye aliyên têkildar

sê tîmên hawar hatinê û 25 ambolanc hatine amadekirin.
کوردستان TV
100%

Vê hevkarî pêşkêşî Tirkiye û Sûriyeyê bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twitteke de ku, li ser hesabê xwe veşandiye, nivîsandiye;  

Me Bo hevkarî û bi hawar çûna zirardîtiyên erdhejê, dezgehên hikûmeta herêmê, wezareta tendirostî û dezgeha xêrxwaziya Barzanî pîwerdar kirine daku, hevahengî li gel heyva sor bikin bo hewlên hawar hatinê li Tirkiye û Sûriyeyê û bo vê yekê jî heta niha 3 tîmên hawar hatinê û 25 ambonas hatine amadekirin.

Weke tê zanîn îro danê sibê erdhejeke gelek mezin Bakûrê Kurdistan û Tirkiye û hin deverên Sûriyeyê jî hejand û nîvroya îro jî dîsa bi heman awayî erdhejeke din çê bûy û li gor amaran heta niha nêzî 2 hezar kesan li Sûriye, Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane û bi dehezaran kes jî birîndar bûne.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.