Serok Barzanî li gel şandeke kilîseya Sûriyanî Katolîkî li cîhanê civiya

Serok Barzanî: Çanda bihevre jiyanê dewlemendiyeke girîng ya Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de hate kirin.

Îro Serok Barzanî li pîrmamê pêşwaziya şandeke kilîseya Sûriyanî Katûlîkî Antakiye li cîhanê bi Serokatiya patrîkê vê kilîseya han Marignatius Yusufê sêyem û şandeke pê re kir ku, pêk hatibû ji hijmareke qeşe û patrîkên Sûriyanî Katolîkî yên li Kurdistan, Îraq û Rojhilata Navîn.

Di civînê de patrîkê kilîseya Sûriyanî Katolîkî li cîhanê spasiha hewlên Serok Barzanî yên bo parastina bingehên bihevre jiyanê, welatî bûn û aştî di navbera pêkhateyên herêma Kurdistan û Îraqê de kir û daxwaz jî kir ku, ev bingeh û prnesîbên han werin bihêztir kirin û parastin.

Berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir ku, gelê Kurdistanê bi çanda xwe ya bihevre jiyanê serfiraze û ev çanda han bi dewlemendiyeke girîng ya gelê Kurdistanê wesif kir.

Her di heman civînê de bi êrîş kirine ser Qoran û şewitandina Qoranê jî bi tundî hate mehkûmkirin û vê yek bi kiriyareke takekesî ya neqailane hate bilêvkirin û tekez li ser rêz girtin ji buha û nirxên mirovatiyê hate kirin.

Amadebûna civînê hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniya erdheja îro danê sibê yên li Tirkiye û Sûriyeyê û çend welatên din yên Rojhilata Navîn jî diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.