Hijmara qurbaniyan li Bakûrê Kurdistanê zêde bû

zêdetir ji 2 hezar kes jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 hezar bîna hatine hilweşandin.

Li gor amarên dawî yên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de, di encama erdhejên tund yên îro danê sibê de, li 6 bajarên Bakûrê Kurdistanê gelek zirarên canî û  madî çê bûne.

Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku, heta niha 284 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne û hezar û 719 bîna jî hirifîne.

ji aliyeke din ve li Sûriyeyê jî hijmara kesên ku, di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane bûye nêzî 300 kesan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.