Fermandarekî Ehrar Elşam hate kuştin

Ehrar Elşam daxwaza xwepîşandanan dijî êrîşê dike.
کوردستان TV
100%

Li derdorê Ezazê bi rêya dronekê ve hatiye kuştin.

Koma cîhadî ya Ehrar Elşam ragihand ku, Fermandarekî wan yê bi navê Ebû Odey Olan ku, bi navê Sedam Mûsa dihat nasîn, jiber êrîşek ku, bi rêya droneke nenas pêk hatiye, hatiye kuştin.

Ehrar Elşam diyar kiriye ku, ev êrîş li derdorê bajarê Ezazê pêk hatiye.

Ev koma cîhadî yaku, nêzî Tirkiyeyê ye, gomanên xwe hene ku, Tirkiye ev Fermandar kuştibe û daxwaz ji xelkê jî dike ku, dijî vê êrîşa han li deverê de dest bi xwepîşandanan bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.