Aloziyên navbera Amerîka û Çînê zêdetir dibin

Çîn jî gef li Amerîkayê dike û dibêje mafê me yê bersif dayînê heye.
کوردستان TV
100%

Amerîka duhê baloneke sîxorî ya Çînê xistiye erdê.

Li gor çapemeniya Amerîkî, piştî dîtina baloneke sîxorî ya Çînê li ser asmanê Amerîkayê, artêşa Amerîkayê ev balona han xistiye erdê.

Piştî vê bûyerê jî hikûmeta Çînê ragihandiye ku, mafê wan yê bersifdayînê heye û ev balona han bi zanebûn bo Amerîkayê nehatiye şandin lê jiber rewşa keş û hewayê gehêştiye asmana Amerîkayê.

Amerîka jî dibêje ku, ev balona han bi zanebûn û bi mebesta sîxorî kirinê bo asmana Amerîkayê hatiye şandin lewre hêzên Amerîkî jî erkê xwe yê nîştimanî cîhbicîh kirine û balon xistine erdê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.