Tirkiye hêzên xwe ji Îdlibê vekêşa

Tehrîr Şam dibêje Tirkiyeyê piştî bordimanê Sûriyeyê bo ser vê navendê, hêzên xwe vekêşane.
کوردستان TV
100%

Li Bakûrê herêma Erîha bicîh bûne.

Li gor nûçeyeke ajansa Mihir ya Îranî yaku, ser bi spaha Pasdarane, di du rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyeyê tevahiya hêzên xwe ji navenda sereke ya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Qastoun ya li Idlibê vekêşaye.

Çavkaniyiê diyar kiriye ku, ev hêzên Tirkî ku, ji Îdlibê vekêşane çûne Bakûrê herêma Erîha û li wir hatine bicîhkirin.

Ev di demekê deye ku, çapemeniya koma cîhadî ya Tehrir Şam jî belav kiribû ku, beriya çend rojan ev navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ji aliyê Sûriye û Rûsyeyê ve hatiye bordimankirin û di encam de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.