Hêzên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.
Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî 4ê Sibatê hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Newsûd ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa hêzên rejîmê de du Kolberên Kurd ku, yek ji wan xelkê Merîwan û evê din jî xelkê Paweyê ye birîndar bûne û bo derman kirina wan, ev her du Kolber bo nexweşxaneya Paweyê hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin