Îsraîl 3 hezar cîhên steratejîkî yên Îranê diyarî kiriye

Îsraîl hewl bo ava kirina hevpeymaniyeke cîhanî dijî Îranê dide.
کوردستان TV
100%

Îsraîl amadekarî bo hevpeymaniyeke dijî Îranê dike.

Li gel serdana Serokwezîrê Îsraîlê bo Franseyê û civîn û hevdîtinên wî yên li gel Serokê Franseyê, radiyoya Franseyê li ser zarê çavkaneke Îsraîlê ragihand ku, Îsraîl bo êrîş kirine ser Îran xwe amade kiriye.

Ev çavkaniyê Îsraîlî ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye ku, Îsraîl li Îranê zêdetir ji 3 hezar cîh û navendên steratejîkî yên leşkerî û pîşesaziya berevanî ya Îranê destnîşan kiriye û Îsraîl xwe amade dike daku, êrîşî ser wan cîhan bike.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, niha Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu li Franse û welatên din yên Rojavayê hewl bo ava kirina hevpeymaniya cîhanî dijî Îranê dide daku, êrîşî ser cîhên steratejîkî yên leşkerî û pîşesaziya berevanî ya Îranê bikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.