12 welatiyên din ji aliyê rejîmê ve hatin revandin

çarenivîsa welatiyên Kurd yên revandî nediyare.
کوردستان TV
100%

Di nava hefteyekê de 12 welatiyên Kurd aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, xwepîşandanên dijî rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê didomin û hêzên rejîma Îranê jî revandin, girtin û eşkence kirina xelkê didomînin.

Hengawê belav kiriye ku, duhê înê li bajarê Abdanan û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandan li dijî rejîmê hebûne û tenê duhê hêzên rejîmê 3 welatiyên din yên Kurd revandine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di nava hefteyekê de herî kêm 12 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, vê îsal jiber salvegera Şoreşa Îranê xelk amadekariyê bo xwepîşandanên berfiretir li dijî rejîma Îranê dikin û rayedarên Îranî jî huşdariya hilweşîna rejîma Îranê didin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.