Ev kesên han berpirsên kargeha çê kirina dronên Îranî ne.
Wezareta darayî û xezêye ya Amerîkayê ragihand ku, beriya niha kompaniya Perawer Paris yaku, bo çê kirina dronên Îraniye, ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ve hatiye cezakirin.
Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê herwiha diyar kiriye ku, duhê bişev biryar dane daku, 8 rayedar û birêveberin vê kompaniya han jî ceza bikin.
Ev li Amerîka û Ewûpayê dest li ser darayiya wan 8 kesan were danîn û rê bi ti kes û aliyekê neyê dayîn ku, li gel wan 8 kesan danûstandinên abûrî bikin.
Ji aliyeke din ve Amerîka du qayîqên din yên Îranî jî destnîşankiriye ku, Îran weke çavkaniya dahatê fêde ji wan distîne û ev dest jî li ser wan her du qayîqan were danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin