Brîtanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr tekez li ser hevhelwêstiya aliyên Kurdistanî dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Mike Bryson Dickardson kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê û girîngiya lidar xistina prosesa hilbijartinan.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya hevhelwêstiya aliyên Kurdistanî bi armanca berevanî kirin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir. Me herwiha ev yek dubare kir ku, lazime hilbijartin di demeke goncaw ya îsalê de were kirin û rêkarên qanûnî yên prosesa hilbijartinan jî bilez werin cîhbicîhkirin û hikûmeta herêmê jî amadeye bo dabîn kirina tevahiya pêdiviyên prosesa hilbijartinê.

Balyozê Brîtanyayê li ser nehêştina tevahiya kêşe û astengiyên berdem prosesa hilbijartinan li gel me hemfikir bû.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê hate kirin û her du alî li ser vê yekê ku, lazime proje qanûna bûdceya federalî bilez were pejrandin û têde maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê dabînkirî bin, hemfikir bûn.

Balyozê Brîtanyayê piştîvaniya welatê xwe bo parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.

Pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê bi taybetî di warê henarde kirina berhemên çandiniyê yên herêmê bo bazarên derve û pêşde birina kerta enerjiyê mijarên din yên vê civînê bûn ku, têda Konsulusa giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê birêz xatû Rosie Caev jî têde beşdar bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.