Brîtanya piştîvaniya diyaloga navbera aliyên Kurdî dike

Serok Barzanî tekez li ser hilbijartinên Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%


Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Mike Bryson Dickardson kir.

Di civînê de ku, Konsulusa Brîtanyayê li Hewlêrê Rosie Caev jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê rewşa siyasî û pêşhatên nava prosesa siyasiya herêma Kurdistanê hete kirin û balyozê Brîtanyayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember diyaloga navbera aliyên siyasî ya bo çareser kirina kêşeyan diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî derbarê rewşa siyasî ya li herêma Kurdistanê de diyar kir ku, berejwendiyên gelê Kurdistanê li serveya tevahiya berejwendiyên dine û lazime hilbijartin li Kurdistanê were kirin û ti hincetek jî bo paş xistina hilbijartinan nayê qebûlkirin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, lazime prosesa yekxistina hêzên pêşmerge û reftoman li gor prensîb, moral û serweriyên hêzên pêşmerge be.

Astengiyên berdem têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê mijareke din ya vê civîna han bû.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.