Îran navendeke xwe ya leşkerî li Sûriyeyê vala dike

di wan rojên dawî de hêzên Îranî rastî wendahiyên gelek mezin hatine.
کوردستان TV
100%

Di rojên dawî de bi tundî êrîşî ser vê navenda han hatibû kirin.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ( SHOR) belav kir ku, hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Sûriyeyê bi taybetî li devera Elbûkemal ya li ser sînorên navbera Sûriye û Îraqê bi tundî çavdêriya liv û tevgerên çekdarên ser bi spaha Qudis ya Îranî dikin.

SHORê diyar kiriye ku, hevpeymaniya cîhanî ji tisa êrîşa çekdarên Îranî bo ser wan, bi berdewamî çavdêriya liv û tevgerên çekdarên Îranî dikin û bi berdewamî êrîşî ser navenda sereke ya wan çekdaran ya li Ebûlkemalê dikin.

SHORê behsa êrîşên rojên derbasbûyî yên bo ser navenda leşkerî ya Ebûlkemalê kiriye û nivîsandiye piştî ji nav birina karwaneke leşkerî ya Îranî li deverê de, di heman roj de du carên din êrîşî ser navenda çekdarên Îranî û komên çekdar  yên ser bi Îranê hatiye kirin lewre Îran jî ji tirsa wan êrîşan û jiber wendahiyên xwe yên mezin biryar daye daku, navenda xwe ya leşkerî ya li Ebûlkemalê vala bike û niha gelek beşê vê navendê hatine valakirin û tê payîn di nava çend rojên pêşiya me de ev navend bi temamî were valakirin.

Weke tê zanîn Ebûlkeman li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê ye û deriyeke sînoriye bo hatûçû kirina çekdarên Îranî ji Îraqê ve bo Sûriyeyê.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.