Rayedarekî Îranî huşdariya hilweşîna rejîma Îranê dide

dibêje xelkê Îranê li bendêne daku, hêzên derve rejîma Îranê hilweşîne.
کوردستان TV
100%

Gotiye lazime desthilatên Xamneyî werin kêmkirin.

Cîgirê berê yê Dîwana Serokatiya civata wezîran ya Îranê Mihemed Riza Salihî di civîneke xwe de ya li gel hijmareke zêde ji waliyên parêzgehên Îranê yaku, beriya çend rojan hatiye lidarxistin, huşdarî daye rejîma Îranê.

Mihemed Salihî eşkere kiriye ku, eger rewşa heyî ya li welat wisa berdewam bike vê rejîma Îranê were hilweşandin û kes jî nikare pêşiya hilweşîna rejîmê bigire.

Salihî herwiha daxwaz ji aliyên têkildar û qanûnsaz yên Îranê kiriye daku, di zagonên heyî yên li Îranê de guhertinan bikin û desthilatên Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî kêm bikin.

Ev rayedarê Îranî diyar kiriye ku, niha xelkê Îranê hêviya xwe bi destwerdana biyanî vê ca bi rêya leşkerî be anjî bi rêya nafermaniya medenî û rêbazin din yên siyasî be, girê dane û li bendêne daku, rejîma Îranê were hilweşandin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.