Amerîka piştîvaniya çareser kirina kêşeyên navbera aliyên Kurdî dike

şandeke bazirganî ya Amerîkayê serdana Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê li gel Konsulusê Amerîkayê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks civiya.

Di civînê de behsa bûyer û pêşhatên siyasî yên li herêma Kurdistanê û civînên PDK yên li gel YNK hate kirin û Konsulusê Amerîkayê jî piştîvaniya welatê xwe ya bo diyaloga navbera her du aliyan û çareser kirina kêşeyan diyar kir û anî ziman ku, Amerîka gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê.

Prosesa reform û yekxistina hêzên pêşmerge mijareke din ya vê civînê bû û Serokê  herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya berdewamî û serkeftina vê prosesa han kir û spasiya hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê jî yên di vê warî de kir û li hember de jî Konsulusê Amerîkayê tekez li ser girîngîdana Amerîkayê bi vê prosesa han û lez kirin di vê prosesê de kir.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û amadekariyên serdana şandeke bazirganî ya Amerîkayê bo Kurdistanê hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.