18 welatiyên Kurd hatine îdam kirin

tenê li Kerecê 8 welatiyên Kurd hatine darvekirin.
کوردستان TV
100%

Di mehekê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê di yekem meha sala 2023an de bi giştî 18 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Hengawê diyar kiriye ku, ev welatiyên han yên îdam kirî di demên cuda cuda de bi hincetên curbicur ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û bi biryara dadgehê jî hatine darvekirin.

Herî zêde welatiyên Kurd li girtîgeha Recayî şar ya li Kerecê hatine îdamkirin ku, 8 kesin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.