Brîtanya piştîvanî diyaloga navbera aliyên Kurdî dike

Brîtanya daxwaza çareser kirina kêşeyan bi diyalogê dike.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mike Bryson Richardson civiya.

Di civînê de her du aliyan behsa têkiliyên herêma Kurdistan û Îraqê yên li gel Brîtanyayê kir û tekez li ser berfirtir kirin û pêşde birina wan têkiliyên han kirin û herwiha nîqaş li ser rewşa giştî ya deverê jî kirin.

Derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de jî balyozê Brîtanyayê Mike Bryson Richardson piştîvaniya welatê xwe bo civînên pdk yên li gel ynk û laiyên din yên Kurdistanê diyar kir û tekez li ser piştîvaniya welatê xwe bo diyaloga navbera aliyên Kurdî bo çareser kirina kêşeyan di diyalogê kir.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê proje qanûnên petrol û gazê, bûdceya Îraqê, biryarên dadgeha federalî û bandora wan ya nerênî li ser rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin û di vê derbarê de Mike Bryson Richardson diyar kir ku, Brîtanya hana Hewlêr û Bexdayê dide daku, bi diyalog û danûstandinê kêşeyên heyî çareser bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.