Avustiraliya û Amerîka cezayên nû dixin ser Îranê

gelek Fermandar û navendên pîşesaziya berevanî ya Îranî hatin cezakirin.
کوردستان TV
100%

Avustiraliya 17 û Amerîka jî 7 rayedar û navendên nû yên Îranê ceza dikin.

Hikûmeta Avustiraliyayê ragihandiye ku, jiber hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê û herwiha jiber bikar anîna tundî dijî xwepîşanderan û derve kirina xwepîşanderan li Îranê biryar daye daku, 17 rayedarên Îranî û navenda hevkariya Besîcê ceza bike.

Ev 17 rayedarên Îranî yên ku, ji aliyê Avustiraliyayê ve hatine ceza kirin piraniya wan fermandarên spaha Pasdaran yên Îranê ne.

Ji aliyeke din ve Amerîka jî ceza daye 7 rayedar û navendên din yên Îranî.

Ev navendên han yên ku, Amerîka jî ceza xistiye ser wan tevahiya wan navnedên pîşesaziya berevanî ya Îranê ne.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.