Vê îro bo bîranîna şehîdan merasîmek were lidarxistin.
Îro 1ê Sibatê, 19 sal bi ser kiriyara terorîstî ya 1ê Sibatê ya Hewlêrê re derbas dibe.
Di 1ê Sibata 2004an li Hewlêrê terorîstên xwekuj di nava merasîmeke pîrozbayiya cejnê de ku, têde gelek endamên PDK û YNK, rayedarên Kurdistanê û aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê jî têde beşdar bûn, xwe teqandin û di encama vê kiriyara han ya terorîstî de 103 berpirs, rayedar, kadir, endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistan û YNKê şehîd bûn û gelek kesên din jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin