Bi 8 mûşekan li navenda hêzên Tirkiyeyê dane.
Li gor daxuyaniyeke Fermandariya giştî ya antî terorê ya Kurdistanê, îro yekê Sibatê, di seat 7 û 45 deqîqeyan de bi 8 mûşekan êrîşî ser navenda hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li Zilêkan ya ser bi Başîkê ve hatiye kirin.
Li gor daxuyaniya han du ji wan mûşekan di nava navendê de ketine erdê û 6 mûşekên din jî li derdorê vê navendê ketine erdê.
Derbarê zirarên canî yên vê êrîşê de ti zaniyarî li berdest tunene û heta niha jî ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê ne girtiye ser xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin