Amerîka dixwaze modela xweserî bike ya tevahiya Sûriyeyê

dibêje civîn û hevdîtinên li gel nunerê Serokê Amerîkayê gelek erînîne.
کوردستان TV
100%

Nunerê Serokê Amerîkayê ev çend roje li Rojavayê ye.

Nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê Nicolas Granger ev çend roje li Rojavayê Kurdistanê( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê)ye û li gel nuner û rayedarên tevahiya aliyên siyasî yên li vê herêmê civîn û hevdîtinan pêk tîne.

Derbarê vê serdana han û hevdîtinên han de Sekreterê giştî yê partiya Roj Kovan Kino ragihand ku, Nicolas Granger vê li gel nuner û rayedarên tevahiya aliyan bicive û behsa rewş û pêşeroja deverê bike û ev hevdîtina han nîşaneyeke mezin ya vê yekê ye ku, Amerîka dixwaze guhertineke mezin ya siyasî li vê deverê çê bike.

Kovan Kino herwiha diyar kiriye ku, Amerîka di wam demên dawî de hewlên xwe bo sepandina modela Rojavayê bo ser tevahiya Sûriyeyê zêdetir kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.