Oldarekî navdar yê suneyan li Başûrê Îranê hate girtn.
Li gor çapemeniya Îranê beriya du rojan oldarekî sune yê navdar li bajarê Zahêdanê ya li Başûrê Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, Mamoste Mewlana Ebdulmecîd Muradzehî ku, hevdem Şêwirmendê oldarê navdar yên Belûçan Mewlevî Ebdulhemîde, jiber direw kirin, propagende kirin li dijî rejîma Îranê û danîna têkiliyan li gel çapemeniya biyanî, hatiye girtin.
Ji aliyeke din ve çapemeniya dijî rejîma Îranê jî qala vê yekê dike ku, li ge destpê kirina xwepîşandanên seraserî yên li dijî rejîma Îranê, zextên rejîmê li dijî oldarên suneyan zêdetir bûne û heta niha gelek pêşeng û oldarên suneyan bi hincetên curbicur ji aliyê rejîmê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin