Antony Blinken: Ne hewceye operasiyonên leşkeriye

dibêje Tirkiye dikare bi rêyên din kêşeyê çareser bike.
کوردستان TV
100%

Antony Blinken li Misirê li gel çapemeniya Erebî peyvî.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku, piştî serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn, çûye Misir û pişt re jî çûye Îsraîlê, di hevpeyvîneke xwe ya li gel çapemeniya Erebî de behsa Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Blinken dibêje Tirkiye dikare kêşeyên xwe yên li gel Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêyên din çareser bike û bo çareser kirina wan kêşeyan ti pêdiviyeke Tirkiyeyê bi operasiyoneke leşkerî tuneye.

Nav hatî helwesta Amerîkayê ya li hember operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê dubare kiriye û ragihandiye ku, Amerîka li dijî operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê û normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê ye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.