Îsraîl tedbîrên ewlekarî distîne

Îsraîl beriya çend rojan çend navendên pîşesaziya berevanî ya Îranê wêran kiribû.
کوردستان TV
100%

Xwe bo rûbirû bûna êrîşên muhtemel yên Îranê dike.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, hikûmet û aliyên ewlekarî yên têkildar yên vê welatî, xwe bo êrîşên muhtemel yên Îranê li dijî Îranê amade dikin.

Kanala fermî ya Îsraîlî CAN belav kiriye ku, wezareta berevanî ya vê welatî, piştî êrîşên Îsrîalê yên bo ser navendên pîşesaziya berevanî ya Îranê, texmîna vê dikin ku, mimkune Îran jî bi mebesta tolhildanê, êrîşî ser Îsraîlê bike lewre li vê welatî tedbîrên ewlekarî û leşkerî hatine stendin û hêzên Îsraîlî jî di amadebaşiyê dene.

Ji aliyeke din ve ajanas Rûsye Elyûm belav kiriye ku, rayedarên Îsraîlê ji vê yekê ditirsin ku, Îran û aliyên ser bi Îranê li welatên din êrîşî ser balyozxane, nuner û welatiyên Îsraîlî bikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.