Li ser rêya navbera Sine û Merîwanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê hêzên rejîma Îranê duhê li ser rêya navbera Merîwan û Sineyê de du Mamosteyên olî yên Kurd ku, şêniyên bajarê Ciwanroyê ne, revandine.
Ev her du Mamosteyên olî ku, hevdem îmamên mizgeftên Sineyê jî bûne, duhê ji aliyê îtlaata Îranê ve hatine revandin.
Navê wan Mamosteyên revandî Îbrahîm Kerîmî û Loqman Emîniye û bi hinceta ku, piştîvanî dane xwepîşandanên dijî rejîma Îranê ji aliyê îtlaata Îranê ve hatine revandin.
Heta niha nayê zanîn rewşa wan du Mamosteyan çawete û li kûderê girtîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin