Duhê bişev jî li vê deverê karwaneke Îranî hatibû jinavbirin.
Kêliyek beriya niha ajansa Rûsye Elyûm nûçeyeke bilez belav kir û qala bordiman kirina navçeya sînorî ya Ebolkemal di navbera Îraq û Sûriyeyê de kir.
Li gor çavkaniya han, balefirên şer yên nenas bi mûşekan êrîşî ser deverê kirine û cîha ku, hatiye bordimankirin gelek nêzî lîwayeke zirêvanên sînor ya Îraq û li cem deriya sînorî ya Qayîme.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve duhê bişev jî ev herêm hatibû bordimankirin û di encama bordimanê de karwaneke 25 tirimbîlî ya Îranî bi temamî hatibû jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin