Çapemeniya Îranê dibêje Çîn li Îranê sermayegozarî nake.
Li gor çapemeniya Îranî hikûmeta Îbrahîm Reîsî gazindan ji rayedarên Çînî dikin û dibêjin Çîn li gor rêkeftinên ku, di navbera Îran û Çînê de hatine îmzekirin tev nagere.
Radiyo ferda li nûçeyeke çapemeniya fermî ya Îranê belav kiriye ku, têde qala vê yekê tê kirin ku, birêveber û berpirsên navendî yên Îranî dixwazin di şûna Çînê de zêdetir Îran nêzî Rojava bikin û sermayegozariya Rojavayî li Îranê zêdetir bikin.
Ev rayedarên Îranî behsa vê yekê kirine ku, hikûmeta Çînê piştî îmze kirina rêkeftinê li gel Îranê bi qasî çend mehan gelek baş li Îranê bi taybetî li Başûrê Îranê sermayegozarî kiriye lê ev demeke dirêje ku, Çîn rêjeya sermaygozariya xwe li Îranê kêm kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin