Amerîka: Tevahiya bijardeyan li dijî Îranê li ber destin

dibêje em rê nadin Îran bibe xwedan çekê etomî.
کوردستان TV
100%

Dibêje Siûdiye gelek hevkariya Ukraynayê kiriye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di daxuyaniyekê de ragihand ku, Amerîka û hevpeymanên vê bi ti awayî rê nadin ku, Îran bibe xwedan çekên etomî.

Anthony Blinken herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka û hevpeymanên vê bo ku, rê nedin Îran bibe xwedan çekên etomî tevahiya bijardeyan li ber destê xwe dihêlin û li ser bernameya xwe jî bi îsrarin.

Blinken behsa şerê Ukrayna û Rûsyeyê jî kiriye û ragihandiye ku, Siûdiye di şerê hanê de gelek hevkariya Ukraynayê kiriye.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.