Îran jî dibêje ev karwan genim û birinc bûye.
Kanala 12 ya Îsraîlê ragihand ku, şeva derbasbûyî dronên Îsraîlî piştî çavdêriyeke hûr li ser karwaneke çek û cebelxaneyan yaku, ji Îraqê bo Sûriye û Libnanê dihat veguhastin, êrîşî ser vê karwana han kirine û tevahiya tirimbîlên nava karwanê ji nav birine.
Kanala 12 Îsraîlê diyar kiriye ku, di nava karwanê de 25 tirimbîl hebûne ku, tîje bûne ji çek û cebelxaneyan û tevahiya wan hatine ji navbirin.
Ji aliyeke din ve kanala Meyadîn ya nêzî Îranî li ser zarê rayedarên Îranî belav kiriye ku, ev karwana han karwana hevkariyên însanî bûye û pêk hatiye ji birinc, genim û pêdiviyên din yên jiyanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin