Azerbayicanê balyozxaneya xwe ya li Îranê daxist.
Piştî ku, roja înê li Tehranê biçek êrîşî ser balyozxaneya Azerbayicanê hatibû kirin û di encam de du kes hatibûn kuştin, îro Azerbayicanê ragihand ku, balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi temamî vala kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Azerbayicanê, tevahiya çalakiyên xwe yên dîplomatîkî rawestandiye û tevahiya dîplomatên xwe jî ji Îranê derxistiye.
Weke tê zanîn jiber şerê navbera Azerbayican û Ermenistanê jî di navbera Îran û Azerbayicanê de nakokiyên gelek mezin hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin