Zêdetir ji 5 hezar cîhên dîrokî hatine dîtin

hikûmeta herêma Kurdistanê 900 miliyar dînar bo vê yekê dabîn kiriye.
کوردستان TV
100%

Li axa Kurdistanê de hatine dîtin.

Berpirsê giştî yê paşmayiyên dîrokî ya ser bi wezareta şaredarî û torîzmê li herêma Kurdistanê Mustefa Elî ragihand ku, li Kurdistanê zêdetir ji 5 hezar cîhên nû yên dîrokî hatine dîtin.

Mustefa Elî diyar kiriye ku, piştî lêkolînên berfire li ser sedî 40 ji axa Kurdistanê, tîmên taybet yên erdkolojiyê karîne 5 hezar û 800 cîhên nû yên dîrokî keşif bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, eger heye ku li seraserê Kurdistanê zêdetir ji 10 hezar cîhên nû yên dîrokî werin dîtin.

Ji aliyeke din ve hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi qasî 900 miliyar dînar bo karên lêgerîn, dîtin û nûjen kirina cîhên dîrokî dabîn kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.