Tirkiye jî welatiyên xwe hayedar dike.
Duhê Amerîka, Almanya, Franse, Îspaniya û çend welatên din y ên Ewrûpayî huşdarî dan welatiyên xwe daku, serdana Tirkiyeyê nekin.
Ev welatên han ji welatiyên xwe re gotine ku, jiber nêz bûna dema hilbijartinên Tirkiyeyê egera êrîşên terorîstî li Tirkiyeyê bi taybetî li Îstenbûl û Enqereyê heye lewre lazime welatiyên me baldar bin û serdana Tirkiyeyê nekin û eger jî serdana Tirkiyeyê dikin lazime xwe ji bajarên mezin û cîhên qerebalix bidûr bigirin.
Tirkiye ji vê baldariya han acizbûye û wezareta derve ya Tirkiyeyê jî weke bersif dayînê, daxwaz ji welatiyên xwe kiriye ku, hayedar bin dema serdana Amerîka û welatên Ewrûpî dikin jiber mimkune rastî êrîşên neteweperestî û êrîşên dijî îslamê werin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin