Li bajarê Xoy du kesan canê xwe ji dest dan

birîna 36 ji birîndaran girane û li nexweşxaneyan têne dermankirin.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 600 kes jî birîndar bûne.

Li gor çapemeniya Îranê di encama erdheja duhê ya li bajarê Xoyê de herî kêm 2 welatî canê xwe ji dest dane û 644 welatiyên din jî birîndar bûne.

Walîtiya Selmasê ragihandiye ku, birîna 36 ji birîndaran girane lewre ev birîndarên han bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Ev erdheja han bi tundiya 5.8 pile li ser pîvana rîşterê bi kûrahiya 6.49km di bin erdê de li navenda Xoyê ya li Rojhilatê Kurdistanê daye.

Weke tê zanîn hefteyek beriya niha dîsa erdhej li gundeke ser bi Xoyê dabû û zirarên madî çi bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.