Brett McGurk telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir

di peywendiya han de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

hevahengîkarê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê yê Koşka Spî telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir û Serokwezîrê Kurdistanê jî di vê derbarê de wisa nivîsandiye;

Êwara îro peywendiyeke telefûnî ji Hevahengîkerê Koşka Spî bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê birêz Brett McGurk gehêşte me.

Di peywendiya han ya telefûnî de birêz Brett McGurk balkêşande ser serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexda û Hewlêrê û giftûgoyên taybet bi pêngavên dahatû yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî yên derbarê bûdce û mijarên din de, herwiha tekez li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û baştir kirina têkiliyên navbera partiya demokrata Kurdistan û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê.

Di heman peywendiya han ya telefûnî de biryara dadgeha federalî ya taybet bo pêşî girtin ji şandina ev pereyên ku, biryar bû ji aliyê hikûmeta federalî ve bo herêma Kurdistanê werin şandin, hate nirxandin û me dilgiraniya xwe li hember ev biryara diyarkir ku, armanc jê têk birina pêvajoya erênî û baştir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdaye û armanceke siyasî jî li pişte.

Hevahengîkerê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê piştîvaniya welatê xwe bo reformên kabîneya 9an bi taybetî reformên taybet bi wezareta pêşmerge, pêşkeftinên kerta enerjiyê û baştir kirina jêrxana abûrî û hewlên rûbirû bûna guherîna keş û hewayê diyar kir.

Em her du alî li ser girîngiya nehêştina tevahiya berbest û astengiyên berdem geşe pêdana kerta enerjî û hêlbirîna zêdetir ya kompaniyên Amerîkî li herêma Kurdistanê de hemfikir bûn.

Herwiha hemfikir bûn li ser domandin û berdewamiya têkilî û peywendiyan.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.