Brîtanya berdewam dibe li ser hemahengî kirin li gel Kurdistanê

Mesrûr Barzanî li gel Konsulusa nû ya Brîtanyayê civiya.
کوردستان TV
100%

îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusa nû ya Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem me pêşwaziya Konsulusa nû ya giştî ya Brîtanyayê li herêma Kurdistanê Xatû Rosei Cave kir.

Me pîrozbayiya destbikar bûnê lê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de box west û hemû piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê jî jê re diyar kir bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên bihêz yên di navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê de.

Konsulusa giştî ya nû ya Brîtanyayê, spasiya alîkarî û hemahengiyên dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Brîtanyayê kir û xwesteka pere pêdana zêdetir ya têkiliyan di her warî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Mijareke din ya civînê taybet bû bi girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime prosesa hilbijartinan di demeke goncaw ya îsalê de werke kirin û bo vê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya amadekariyên lidarxistina hilbijartinan dike û pêdiviyan jî dabîn dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.