Serokwezîr li gel şandeke Almanî civiya

Kurdistan û Almanya têkiliyên xwe di her warî de bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Almanî civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro pêncşem me pêşwaziya wezîrê dewlet bo karûbarê derve yê Almanyayê birêz Tobias Lindner û şandeke pê re kir.

Wezîrê dewlet bo karûbarê derve yê Almanyayê, kurteyek derbarê armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê pêşkêş kir û balkêşande ser têkiliyên bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Almanyayê de û xwesteke welatê xwe jî ya bo pere pêdana têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di her warî de diyarî kir bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de.

Nav hatî di beşeke din ji gotinên xwe de diyar kir ku, biryare şanda bilind ya Hêlbirêner, Karsaz û Bazirganên Almanî di rojên pêşiya me de serdana herêma Kurdistanê bikin bi armanca pêşde birina têkiliyên du alî.

Me jî spasiya Almanyayê kir bo piştîvaniyên berdewam li herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorê de ya di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞI de, me herwiha rêzdariya herêma Kurdistanê bo parlementoya Almanyayê diyar kir bo pejrandina genocide kirina Êzidiyan.

Me herwiha spasiya piştîvaniyên Almanyayê yên bo prosesa reformên kabîneya 9an yên taybet di ware dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî de.

Mijareke girîng û sereke ya civîna me taybet bû bi têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî. Di vê derbarê de me xwesteke herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan bi awayeke bingehîn û li ser esasê detûrê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, biryara dadgeha federalî ya bo derqanûnî nasîna şandina par û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê, hewleke din ya ne reva ya vê dadgehê ye bo têk birina ev derfeta nû yaku, bo çareser kirina kêşeyan û ev rewşa erênî yaku, piştî serdana şanda bilind ya hikûmetê bo Bexdayê derketiye holê, li gor rêkeftina aliyên pêkhêner yên hikûmet û karnameya kabîneya nû ya Îraqê jî, lazime di nava 6 mehan de piştî destbikar bûna hikûmeta Îraqê, her du projeyên dadgeha federalî û civata îtîhadî werin amadekirin. Jiber ku pêngavên niha  yên dadgeha federalî mixabin kêşe çêkirine li berdem gehêştin bi rêkeftin û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî.

Girîngiya çareser kirina rêkeftina Şingalê, derçûna hêzên derqanûnî û hêzên çekdar yên derqanûnî, normal kirina rewşa deverê, vegerandina awareyan bo cîhên xwe mijarên din yên civîna me bûn ku têda balyozê Almanyayê yê li Îraqê birêz Martin Yeager jî têde beşdar bû.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.