Serok Barzanî: Pêwîste îsal hilbijartin were kirin

Serok Barzanî dibêje têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê dîrokî û girîngin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel Konsulusa nû ya Brîtanyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê Rosie Cave û şandeke pê re kir.

Di civînê de Serok Barzanî pîrozbayiya destbikar bûna vê weke Konsulusê welatê xwe pêşkêşî Rosie Cave kir û hêviya serkeftinê jî jê re di pîwerdariya nû de xwest.

Serok Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Brîtanyayê de kir û ev têkiliyên han bi girîng wesif kir û Serok Barzanî herwiha spasiya Brîtanyayê jî kirk u, di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de hevkarî û piştîvaniya hêzên pêşmerge kiriye.

Her di heman civînê de behsa rewşa siyasiya herêma Kurdistanê hate kirin û derbarê hilbijartinên pêş yên herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, berejwendiyên Kurdistan û mijara rewayetiyê li serveya tevahiya berejwendiyên hizbiye û lazime îsal hilbijartinên Kurdistanê werin kirin.

Mijara reformên nava h êzên pêşmerge û pêdivî bûna berdewamiya hemahengiya navbera civaka cîhanî ya bo rûbirû bûna DIŞIê rojevên din yên vê civîna han bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.