Li Dêrazorê êrîşî ser HSD hate kirin

ji destpêka îsal ve heta niha DIŞIê 19 car êrîş kiriye.
کوردستان TV
100%

3 şervanan canê xwe ji dest dane.

Li gor navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê duhê bişev li Dêrazorê terorîstên DIŞIê êrîşî ser navendeke hêzên HSDê kirine.

Li gor SHORê di encama êrîşa han de yaku li gundê Hawîj ya li Rojhilatê Dêrazorê de pêk hatiye herî kêm 3 şervanên HSD canê xwe ji dest dane.

Ji aliyeke din ve SHORê belav kiriye ku, ji destpêka sala 2023an ve heta îro DIŞI bi giştî 19 caran êrîşî ser hêsên HSDê kirine lê HSDê bersifa wan daye û di encam de herî kêm 14 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.