Di nava 25 rojan de hatine revandin.
Li gor çavkaniyên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê ku, xwe dispêrin raporta navenda mafên mirovan ya Efrînê, tawanên dijî însanî yên Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ve li Efrînê dijî Kurdan berdewamin.
Jêder qala vê yekê kirine ku ji destpêka sala 2023an ve heta niha ku, tenê 26 roj derbas bûne, zêdetir ji 30 welatiyên Kurd ji aliyê komên cîhadî yên terorîst û MÎT a Tirkiyeyê ve bi hincetên curbicur hatine revandin û komên cîhadî û MÎTa Tirkiyeyê bo azad kirina hinek ji wan welatiyên Kurd yên revandî telefûna kesûkarên wan kirine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan kirine.
Weke tê zanîn Efrîn di sala 2018an de ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî ve hate dagîrkirin û ev çend sale ji bilî guhertina demografiya bajarê, çend cure tawanên dijî însanî jî li vê bajarê derheq bi gelê Kurd têne kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin