Almanya Biryar Da ku Tankên Leopard Bide Ukrayna

şerê navbera Rûsye û Ukraynayê li çend herêmên Rojhilata Ukraynayê berdewame.
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Almanya ragihand ku ew dê tankên xwe yên şer yên Leopard 2 bide Ukrayna û destûr bide dewletên din ku ew tankên ji stokên xwe bişînin wî welatî.

Berdevkê hikûmetê Steffen Hebestreit bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew dê ji stokên Bundeswehr 14 tankên Leopard 2 A6 bo şandinê hazir bikin.

Hebestreit got ku armanca wan e ku ew bi lez du tabûrên tankên Leopard 2 çêkin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ser şandina tankan dîyar kir ku ewê hemê tiştên ku pêkan e bikin.

Scholz got ku perwerdekirina leşkerên Ukraynî ya jibo karanîna tankan wê di demeke nêz de destpê bike.

Bi hefteyan e givaştin li ser hikûmeta Scholz çêdibin ku ankan bişîne Ukrayna û rê bide hevbendên din yên NATO ku heman tiştî bikin.

Biryara Almanya niha pêşîya dewletên din yên wek Polonya, Îspanya û Norwêcê vedike ku ew jî tankên Leopard bidin Ukrayna ku Kîevê wan tankana ji têkbirina Moskowê girîng dibîne.

Moskow, hewilên şandina tankan ya ji alîyê welatên Rojavayî wek provokasyon û gaveke ne hewce bi nav dike.

Ji voayê hatiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.