Mike Pompeo di pirtûka xwe de qala Îran û Tirkiyeyê dike

dibêje min xwset deriya odeya Erdogan bişkînim lê pasevanên wî neçar bûn deriyê bo min vekin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Enqereyê min xwest deriya odeya Erdogan bişkînim.

Wezîrê berê yê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derbarê bîranînên xwe de pirtûkek bi navê Never Give An Inch nivîsandiye.

Di pirtûka xwe de Pempeo behsa alozî û hevdîtinên xwe yên li gel Tirkiyeyê derbarê Rojavayê Kurdistanê yên di salên 16, 17 û 18an de dike û dibêje beşek ji  hikûmeta Amerîkayê dixwest li gel Tirkiyeyê şerê DIŞIê bike lê dema me dît artêşa Tirkiyeyê nikare vê şerê bike em li gel HSD û YPG bûne hevpeyman û ev şerê han meşand.

Pempeo herwiha dibêje carek li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê bihevre serdana Enqereyê kirine û xwestibûn li gel Erdogan li ser mijara Rojavayê bicivin lê Erdogan yekem car li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê bi tenê civiyaye lewre Pempeo jî aciz bûye û hewl daye daku, deriyê odeya Erdogan bişkîne lê pasevanên Erdogan ku, berê rê nedane Pempeo bikeve odeyê, bo xwe derî bo wî vekirine.

Nav hatî di beşeke din ji bîranîn xwe de nivîsandiye ku, di sala 2018an de jî îstîxbarata Amerîkayê piştî dizîna erşîva etomiya Îranê ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê ve,Amerîka û îstîxbarata Amerîkayê hevkariya sîxorên Îsraîlî kiriye daku, bi selametî ji Îranê derkevin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.