Dadgeha rejîmê 17 sal cezayê girtîgehê daye wî.
Li gor çavkaniyên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha rejîma Îranê ya beşê Mamosteyên olî, jiber helwestên wî yên netewî û însanî cezayê 17 sal girtinê û lêdana 74 qamçiyan (kirpaç) û du sal dûr xistin ji karê Mamostatiyê daye Mamosteyê olî yê Kurd Seyfulah Husênî.
Seyfulah Husênî xelkê bajarê Ciwanroye û piştî çend daxuyaniyên xwe yên derbarê helwestên rejîma Îranê yên li hember xwepîşanderan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Piştî derçûna biryara dadgehê, hêzên îtlaatê jî êrîşî ser mala nav hatî kirine ku, beriya çend rojan bi kefalet hatibû azadkirin û ev bi awayeke hovane revandine û bo girtîgehê veguhastine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin