Nêçîrvan Barzanî: Ev biryar biryareke zalimaneye
Serokê herêmaKurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek derbarê biryara dadgeha federal de weşand û ev jî naveroka vê daxuyaniya hane;
Biryara dadgeha federaliya Iraqê bi nerastiya hinartina şayesteyên darayî û mûçeyê mûçexwerên Herêma Kurdistanê yên salên 2021-2022 ê ji aliyê Hikûmeta Federal ya Iraqê ve, bi temamî biryareka nedadperwerane û zalimaneye. Ew biryar ne bi tenê miaşgir û xelkê Kurdistanê ku, welatiyê Iraqê ne, lê proses û seqamgîriya siyasî bi temamî û wê rêkeftinê jî dike armanc ya ku Hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê li gor wê rêkeftinê hatiye ava kirin.
Iraq di prosesek dirêj û aloz ya siyasî û ne aram re derbas bû heta dawiyê hikûmetek li Bexdayê hate avakirin ku xelkê Iraqê hêvî û umêd xwe li ser qonaxeke seqamgîr û baştir a paşerojê danabû. Ewa ji Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê dihat çaverêkirin ku berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê û rewşa siyasî bi rastî li ber çavan bigre, nebe egerê şêlûkirina ew derfet û atmosferê erênî yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî pirsgrêkên Hewlêr-Bexdayê dirust bibû û aramiya Iraqê nexe di nav metirsiyê da.
Ev biryara Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê di vê demê da, ji bilî ku guman û bi dehan pirsiyarên mezin dirust dike, herwesa lezkirin li derkirina yasayekî nû ji bo dubare damezrandina dadgehê, wek beşek girîng û sereke yê rêkeftina aliyên siyasî ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê pêş dixe.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
25.01.2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin